HEWLÊR - Mamosta li dijî biryara ‘hilbijardekirina zimanê kurdî’ ne

Hewlêr (Rûdaw) – Mamostayên zanîngeh, peymangeh û amadeyiyên Hewlêrê cara duyemîn li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind a “bi hilbijardekirina zimanê kurdî” nerazîbûna xwe nîşandan.

 

Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê roja 3ê Adara 2017ê biryar da ku di polên 12 ên amadeyî de zimanê kurdî û erebî bibin zimanên hilbijardeyî.

 

Li hember vê yekê mamostayên zanîngeh, peymangeh û amadeyiyê yên Hewlêrê li hember Wezareta Xwendina bilind kombûn û ev biryar protesto kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Siyamend Kerîm ragihand; Mamostayên zimanê kurdî roja 15ê Adarê li hember vê biryarê xwepêşandanek kiribûn. Cara duyemîn îro li ber avahiya Wezareta Xwendina bilind civiyan û daxwaz kirin, ku ev biryar careke din were sererastkirin.”

 

Mamostayê beşa kurdî û Endamê Civata Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Yekgirtûya Îslamî Xazî Elî jî di nav çalakiyê de ji Rûdawê re got; “Em weke mamostayên zimanê kurdî û erebî, em li hember vê biryara seqet in. Ev biryar piştçavkirin û bi zîndî çalkirina zimanê kurdî ye.”

 

Xazî Elî herwiha diyar kir; “Yek ji hîmê bingehîn ê hemû welatan ziman e. Eger reftara me ya li hember zimanê dayikê wiha be, ku ev zimanê neteweyî ye, gelo dê danûstandina me ya ligel neteweyekê çawa be?”

 

Elî balkişande ser wê yekê, ku gelê kurd ev 10 sal in ji bo bidestxistina mafê serxwebûn û parastina çand û zimanê xwe têdikoşe û li hember vê biryarê rexneyên tund kir.

 

Endamê Civata Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Yekgirtûya Îslamî Xazî Elî got; “Biryarên bi vî awayî di serdena desthilata Bees de dihatine dayîn, niha jî dubare dibin.”