DAIŞê pêl mayînê kir: 11 çekdar mirin

 

Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê çekdarên rêxistina DAIŞê pêl mayînê kir û di encamê de 11 çekdar mirin.

 

Çavkaniyekê ji polîsên Mûsilê ji Rûdawê re diyar kir, li başûrê bajêr li herêma Kusiyatê 2 wesayîtên DAIŞê ser mayînan re derbasbûn û mayîn di bin wan de teqiya.

 

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkerê bike da zanîn di encama teqînê de 11 DAIŞî mirin û herdu wesayît jî hatin rûxandin.

 

Li Mûsilê car carna Ketaib El Mûsil, Şoreşgerên Mûsilê û hin komên din êrişê çekdarên DAIŞê dikin.

 

Herwiha li Mûsilê duhî jî 3 çekdarên DAIŞê yên jin e hatibûn kuştin.