Erdogan ji Serok Barzanî re peyamek şand

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji ber wefata xwişka wî peyamek ji Serok Barzanî re şand.

Zekiya Mistefa Barzaniya xwişa Serok Barzanî 23yê vê mehê çûbû ser dilovaniya xwe.

Recep Tayyîp Erdogan, ji Serok Barzanî re peyameke sersaxiyê şand û di peyama xwe de got:

“Min bi xemgîniyeke mezin bihîst ku xwişka we Zekiya Mistefa Barzanî Xanimê wefat kiriye.

Ez li ser navê xwe û miletê Tirk ji we û malbata we re sersaxiyê dixwazim. Bi hêviya rojên tendurist.”

Zekiya Mela Mistefa Barzaniya ku ev demek e tedawî dibû, 23yê Sibatê li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kiribû.