ZAXO – Xwendekarek li ber deriyê dibistanê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Zaxoyê, li ber deriyê dibistana amedeyî, xwendekarekî 16 salî bi kêrê hat kuştin.

Berdevkê Polîsên Zaxoyê Ehmed Ramazan derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Ramazan diyar kir ku du ciwan li ber deriyê dibistanê pev çûn.

Di pevçûnê de xwendekarê ji Şingalê yê bi navê Ehmed Rêkan bi kêrê hat kuştin.

Derbarê mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.

Rêveberê Tendursitiya Zaxoyê Emîr Elî ji Rûdawê re axivî.

Emîr Elî got ku beriya Ehmet Rêkan bibin nexweşxaneyê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.