Ligel Renc: Di nava Herêma Kurdistanê de ‘sînor’ hatine danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li xalên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rê nadin kelûpel derbas bibin.

Mijara bernameya “Ligel Renc”ê ya Rûdawê ya vê hefteyê bazirganiya di navbera parêzgehên Başûrê Kurdistanê de bû.

Zêdetir ji 15 rojan e ku li xalên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rê li ber derbasbûna kelûpelan tê girtin.

Serokê Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman, Serokê Lijneya Pîşesaziyê ya Jûra Bazirganiyê ya Silêmaniyê Aram Baban, Parlamenterê Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Elî Hemesalih, Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd, Şêwirmendê Bazirganiyê Bawer Cemal û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslîm bûn mêvanên Ligel Rencê.

Pêşkêşkarê bernameyê Renc Sengavî bi mêvanan re mijarên wekî “pirsgirêka veguhastina kelûpelan” û “bacên li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê” nirxandin.

“Berhem bi hêsanî derbas nabin”

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslîm da zanîn ku haya wî ji wergirtina bacê ya li xalên kontrolê nîne û pê de çû:

“Haya min jê nîne ku li xalên kontrolê bac tê standin, pêwendiya wan kesan bi wezareta me re nîne.

Lê ji me re agahî hatiye ku berhêmên Silêmaniyê bi hêsanî nikarin derbasî Hewlêrê bibin û berhemên Hewlêrê jî nikarin bi hêsanî derbasî Silêmaniyê bibin.”

 

“Em gazinan ji Îraqê dikin”

Kemal Muslîm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser “neyekbûna hikûmetê” û got:

“Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek hikûmet be û qet nebe rê nedin ku ev pirsgirêk li Herêma Kurdistanê rû bidin.

Em gazinan ji Îraqê dikin ku xalên kontrolê dixe navbera Îraq û Herêma Kurdistanê. Ê çawa dibe ku ew xal di nav me bixwe de hebin?”

Kemal Muslîm civîna xwe ya hefteya borî ya bi bazirganan re bi bîr xist û da zanîn ku bazirgan dibêjin, “Rê li ber derbasbûna kelûpelan tê girtin.”

 

 

“Çareseriya pirsgirêkê li derveyî encûmena wezîran e”

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ku çareseriya pirsgirêka bazirganiya navbera Hewlêr û Silêmaniyê li derveyî îradeya hikûmeta Kurdistanê ye.

Bi gotina wî divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) vê pirsê çarser bikin.

“Ewa li xalên kontrolê dibe neheqî ye”

 

Parlamenterê Gera Pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Elî Hemesalih jî da zanîn ku wan lêkolîn li ser pirsgirêka bazirganiya navbera Hewlêr û Silêmaniyê kiriye û got:

“Ew pareyên ku ji bo rêdana derbasbûna kelûpelan tên wergirtin, naçin xezîneya Wezareta Darayî. Ew pere neheqî ji bazirganan tên standin.”

Li gorî gotina Elî Hemesalih, eger kesek bixwaze tankereke sotemeniyê ji Silêmanîyê bîne 350 dolarî heta 360 ji wan tê standin. 

Bazirganiya Herêma Kurdistanê paş ketiye

Serokê Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman jî got ku Herêma Kurdistanê ku di sala 2011an de bûbû navendeka bazirganiya hemû Îraqê lê niha ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de ew bazirganî paş ketiye.

Mistefa Şêx Ebdulrehman wiha got:

"Gelek endamên yekîtiya me tên ba me û gazinan dikin ku tiştên wan di xalên kontrolê re nayên derbaskirin.

Me jî li ser mijarê lêkolîn kir û hemû aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Bazirgan tên ji me re dibêjin ew tiştên wan hawirde kirine bi awayî yasayî anîne lê belê nahêlin wan di xalên kontrolê re derbas bikin û dubare pere ji wan tê xwestin.”

 

Mistefa Şêx Ebdulrehman vê pirsgirêkê bi nakokiya siyasî ve girê dide û bi gotina wî:

"Dema ku em bi aliyekê re diaxivin û ji wan re dibêjin çima hûn nahêlin kelûpel di xalên kontrolê re derbas bibin, dibêjin ku ji ber ku aliyê din jî nahêlin. Her du alî hevdû bi vê yekê sûcdar dikin.

Ji ber vê yekê em nizanin bi kê re biaxivin. Herwiha di hikûmetê de jî aliyek nîne ku xwedî li vê pirsgirêkê derbikeve."

Ji bo derbasbûna tankerekê sotemeniyê 350 dolar tê wergirtin

Serokê Lijneya Pîşesaziyê ya Jûra Bazirganiyê ya Silêmaniyê Aram Baban jî da zanîn bazirganan gilî kiriye û got:

"Dema ku kelûpelan dibin Hewlêrê, li xalên kontrolê pere didin wan. Lê heta niha kes nehatiye giliyên xwe nekiriye ku bêje xala kontrolê ya Silêmaniyê ji min pere wergirtiye.”

Elî Hemesalih jî di beramberî vê yekê de got, “Xalên kontrolê yên Silêmaniyeyê jî pere ji esnaf û bazirganan werdigire ku ew kelûpelên xwe derbas bikin."

Aram Baban herwiha got, “Ji bo tankereke sotemeniyê 350 dolar tê dayîn û ji bo yek serî mih jî 50 dolar tê dayîn û ji bo çêlekekê jî 80 dolar tê dayîn.

Xalên kontrolê ji bo derbaskirina çûkekê jî pere werdigire.”

"Hikûmetê ji bo çareserkirinê komîteyek ava kir"

 

 Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Gaîlan Hecî Seîd jî piştrast kir ku li xalên kontrolê pirsgirêk hene û got:

“Bazirganan di van çend rojên dawî de ji me re gotiye ku li hinek xalên kontrolê rê li pêşiya derbaskirina kelûpelan tê giritin.

Me lêkolîn li ser vê mijarê kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkê me bi Serokê Lijneya Pîşesaziyê ya Jûra Bazirganiyê ya Silêmaniyê re pêwendî danîne."

Gaîlan Hecî Seîd herwiha da zanîn ku hikûmetê ji bo çareserkirinê komîteyek ava kiriye.

“Ev perewergirtin tenê zererê dide xelkê”

 

Şêwirmendê Bazirganiyê Bawer Cemal jî amaje bi wê yekê kir ku pereyên ku li xalên kontrolê ji bazirgan tên wergirtin dê bandorê li bazirganan neke ji ber ku ew bihayê kelûpelên xwe xwe zêde dikin.

Bi gotina Bawer Cemal tekane aliyê ku zerermend dibe xelk e.

Bawer Cemal got:

“Rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê du rêveberî derbas kiriye û ketiye qonaxekê ku bê îdareyî.

Min li xalên kontrolê derbaskirina kelûpelan şopandiye, yek delîlê jî nadin te. Bazirgan jî ji tirsan rastiyê ji me re nabêjin da ku pirsgirêk ji wan re dernekevin.

Bazirgan dibêjin ku ew amade ne pereyên zêdetir bidin daku serêşî ji wan re çênebe.

Lê di dawîyê de kelûpelan li ser mişteriyan giran dikin. Bazirgan ne amade ne beşdarî wê nerazîbûnê vê bibin, ji ber ku zerera wan nabe.”