Li Mereşê kêm be jî welatî dikanên xwe vedikin

Hewlêr (Rûdaw) - Mereşa Bakurê Kurdistanê, navenda karesata 6ê Sibatê dest bi pêçana birînên xwe dike.

Piştî erdhejê bi 20 rojan, kêm be jî bazara parêzgehê dest bi kar kiriye û hinek ji wan ji bo pêwîstiyên girîng ligel tirs û xofa heyî dikanên wan her vekiri mane.

Dikandar Murat got “Ji bo pêwîstiya mirovan ji roja duyemîn ya erdhejê û heta niha dikana min vekiriye. Dema mirov dibînin kêfxweş dibin, wate jiyan berdewam e. Lê erdhejên paşekî zêde ne û hê jî em nikarin biçin nav malên xwe.”

Li Sûka Şekerciler a bajêr jî ku li vê derê piranî, berhemên taybet bi Mereşê tên firotin û berî erdhejê navendeke girîng a geştyaran bû.

Dikandar Emin Korkmaz dibêje “Me dikana xwe piştî 10 rojan karî vekin, erdhej berdewam in û tirs heye. Em di çadir û otomobîlan de dimînin. Hêvîdar im di demeke kurt de rewş asayî bibe û em jî bikaribin vegerin malên xwe.”

Navend du navçeyên parêzgeha Mereşê, du erdhejên mezin çêbûn û di encama wan erdhejan de li 11 parêzgehan bi giştî nêzîka 45 hezar kesan canê xwe ji dest dan û niha proseya rakirina kavilan berdewam e.