Hevjîna xwe ji bin kavilan rizgar kir lê hevjîna wî ji xemên erdhejê mir

Mereş (Rûdaw) – Li gundê Kuyumculer ê ser bi Mereşa Bakurê Kurdistanê ve jinek di dema erdhejên Mereşê de ji aliyê hevjînê xwe ve ji bin kavilan tê rizgarkirin, lê rojek piştî erdhejê ji ber xeman celta dil lê dide û canê xwe ji dest dide.

Yek ji gundê ku di erdhejê de herî zêde ziyan ditiye gundê Kuyumcular a Mereşê ye, li wî gundî ji 55 avahiyan 52 herifine li gund 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ahmet Keser ê 65 salî di erdhejê de 3 kesên xwe ji dest dane bi çavên tejî tirs behsa şeva karesatê dike. Birayekî wî, jinbiraya wî di erdhejê de hevjîna wî jî rojek piştî erdhejê ji her êşa ku ditiye bi celteya dil jiyana xwe ji dest dide.

Rizgarbûyê ji erdhejê Ahmet Keser dibêje: “Erd di bin me de hejiya hejiya, hevjina min got rabe erdhej çêdibe. Êe deste hevdu girt me derî vekir me xwe gihand balkonê (şaneşînê) û em diketin erdê heta me xwe gihand ber derî. Erdheja duyem de hema bû gormîn û xanî herifî. Min hevjina xwe bi saxî derxist du roja digot ha xanî çû her tişt çû û paşî dilê wê sekinî û mir.”

Ahmet Keser û kurê xwe Mehmet Keser  li ser kavilê xaniyê xwe bêçare digerin. Mehmet dema erdhejê li gund nebûye û di rê de dibihîse ku mam, jimam û dayika wî mirine.

Mehmet Keser dibêje: “Du seata piştî erdhejê min bihist ku dayik û bavê min sax derketine. Lê du mam û di jinmamên min di bin kavilan de bûn, bo me êşeke mezin bû. Gundê me çû, roja duyem ez bi rêketim ku bigehime gund, lê di rê de min bihîst ku dayika min jî ji ber celteya dil miriye.”

Ahmet Keser xelkê gundê Kuyumcular ê Mereşê ye, ew niha bê cih û xanî li benda destê alikariye ye.