Li Êlihê 4 kolonên avahiyekê bi xiştan hatine çêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Avahiyeke 5 qatî ye li parêzgeha Êlihê 465 kîlometre ji navenda erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê dûr e lê piştî erdhejê zerareke zêde gihiştiyê. Sedem jî ew e ku kelûpelên avahîsaziyê wek pêdivî di çêkirina wê de nehatine bikaranîn.
Welatî Bahddîn Ersoz got, “4 kolonên avahiya me ji xişt hatine çêkirin. 8 kolonên sereke yên mayî jî derizîne. Hemû kolon tewiyane. Di vê avahiyê de 18 yekeyên niştecihbûnê û 2 dikan hene. Em li hemûyan geriyan, dîwarên piraniya wan ketine û hemû kolonên wan yekeyan qelişîne.”
Avahiya Odeya Mîmar û Endezyaran a Mereşê derdora wê hilweşiyaye, lê tevî erdhejên 7.7 û 7.6 ew li ser pêyan e.
Endezyarekî ji Mereşê got, “Ev Odeya Endezyaran e ku ser bi odeya Mîmar û Endezyaran e. Ti derzek tê de nîne. Erdhejê ti bandor lê nekirine. Lê mixabin li navenda Mereşê gelek avahî ji ber çavdêrînekirinê û gelek sedemên teknîkî hilweşiyane. Gelek sedemên wê hene. Quma deryayê hatiye bikaranîn. Hesin bê kalîte ye.”
Li gor hinek endezyaran di metrekareyekê de xerciya hesin û betona avahiyeke wek pêdivî 2 hezar û 100 lîreyên Tirkî ye. Çiqas kêm bê bikaranîn jî hezar û 890 lîre bo heman xerciyan pêwîst in. Wate di navbera avahiyeke bo erdhejê saxlem û ne saxlem de bo demir û betonê di yek metrekaryê de tenê 210 lîre ferq heye ku dike 11 dolar.
Li gor amarên roja Pêncşemê di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 164 hezar û 321 avahî hilweşiyane yan zerareke zêde dîtine, yan jî divê bilez bên hilweşandin. Pisporên avahisayê jî dibêjin sedema sereke ya wan zereran jî wek pêdivî bikarneanîna kelûpelên avahîsaziyê ye.