Roşan Lezgîn: Zazakî ji Kurmancî zêdetir ketiye li ber zordariyên dewletê
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkolînerê Zazakî Roşan Lezgîn ragihand ku ji Kurmancan zêdetir Zaza pêtir “ketine li ber polîtîkayên zordar ên dewleta Tirkiyê”, çimkî Kurdên Zaza tenê di nav sînorên Tirkiyê de hene.
Nivîskarê Kurd Roşan Lezgîn bû mêvanê birgeya “Xweşî” ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê bû û behsa xebat û lêkolînên xwe yên derbarê vejiyandina Zazakî de kir.
Roşan Lezgîn diyar kir ku eger mirov ji welat û miletê xwe hez bike, ji rewş miletê xwe agahdar be û bizane çi tişt di sûda miletê wî de ye, bi kêfxweşî dikare gelek tiştan biafirîne û got: “Mirov carekê tê dinyayê, lewma ez naxwazim 5 xulekan jî dema xwe vala derbas bikim. Ez her tim dixwazim di nav dînamîzmekê de bim û xwe pêş bixim û hem tiştekê ava bikim. Ez dixwazim kevirekê bi awayeke rast û li ser bingeheke baş danim da ku kesên pey me re jî tê bikarin tiştekê danin li ser van keviran.”
Derbarê nebûna berhemên nivîskî yên Zazakî de Lezgîn dibêje: “Bi taybetî ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê ve, dewletê bi awayeke sistematîk, zordarî û polîtîk bi hemû hêza xwe qedexeyên giran li ser Kurdan danîne û ji bo Kurdan bêyî hafiza bihêlin çi ji destên wan hatiye kirine. Ji Kurmancan zêdetir Zaza pêtir ketine li ber wê polîtîkaya zordar, çimkî Kurdên Zaza tenê di nav sînorên Tirkiyê de hene. Ji salên 90î û vir rewş hinek nerm bû û hêdî hêdî kovar û rojname derket. Piştî salên 2000î hinek din rewş baş bû û Tirkiyê dixwest beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe û hinek yasayên xwe yên hişk, nerm kir. Temenê min yê ez bikarim berheman bînin rastî vê heyamê hat û min jî ji wê yekê sûd wergirt.”
Lezgîn da zanîn ku wan destpêkê di sala 2011an de rojnameya Newepel a ku xwerû bi zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî), derxistin, lê ji ber karên din piştî hejmara 100î derxistina rojnameyê rawestandin û wiha pê de çû: “Di rojnameya Newepel nivîsên 360 kesan hat weşandin. Ji wan 360 kesan zêdeyî 250 kesan cara ewil bi min re dest bi nivîsandinê kirin. Herwiha piştre gelek kesên ku bikarin nivîsên Zazakî bixwînin çêbûn.”
Roşan Lezgîn eşkere kir ku ji sala 2000 heta niha zêdeyî 30 kursên zimanê Kurdî bi derfetên xwe vekirine û wî carna ji ber zextên dewleta Tirkiyê, ew kursên xwe bizî dane.