Mezlûm Ebdî: Kobanî bû sembola azadî, rûmet û yekîtiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî di salvegera rizgarkirina Kobaniyê de got, “Kobanî ne tenê serkeftineke leşkerî bû, ew bû veguhertineke stratejîk û sembola azadî, rûmet û yekîtiyê.”

10 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn.

4 mehan piştî şerekî giran, 26ê Kanûna Paşîna 2015an roja duşemê, saet sisê kêm 10 deqîqeyan Kobanî hat rizgarkirin û ji çekdarên DAIŞê ji Kobaniya Kurdan hatin derxistin.

“Kobanî ne tenê serkeftineke leşkerî bû”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobaniyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Di salvegera rizgarkirina Kobaniyê ya ji rêxistina terorê ya DAIŞê de, em vê serkeftina mezin bi bîr tînin ku bi goriyên qehremanên jin û mêr hat bidestxistin û ji hemû Sûriyeyan re bû çirayeke geş.

Kobanî ne tenê serkeftineke leşkerî bû, ew bû veguhertineke stratejîk û sembola azadî, rûmet û yekîtiyê.

Em di çarçoveya hevkariya xwe ya bi Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) re, têkoşîna xwe ya li dijî terorê didomîni, di heman demê de em hewl didin Sûriyeyeke ewle û bi îstiqrar ava bikin.

Em dê rêya serkeftinê ya ku me ji Kobaniyê dest pê kir ber bi paşerojeke çêtir ve ya ji bo gelê xwe bidomînin.”