Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku îro li 11 parêzgehan berf dibare û egera aşûtê heye.

Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro  li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê Sêwaz, Erzingan, Erzirom, Dêrsim, Xarpêt, Çewlig, Mûş, Erdexan, Agirî, Qers û Meletî berf dibare.

Saziya Keşnasiyê li gel vê yekê hişyariya mij û moran û qeşa jî da.

Hat ragihandin ku li herêma Serhedê ji ber qeşagirtina rêyan çûn û hatin zehmet bûye û divê li gorî tedbîrên hatine diyarkirin tevger çêbibe.

Her wiha ji bo çend parêzgehan jî hişyariya ketina aşûtê hatiye dayîn.