Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ji Rûdawê re: Berhemanîna gaz û elektrîkê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku li Qada Gazê ya Kormorê berhemanîna gazê careke din dest pê kir û berhemanîna elektrîkê jî yekser dest pê kiriye.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Li Qada Gazê ya Kormorê berhemanîna gazê di asta beriya êrişa de careke din dest pê kir.”

Ehmed Muftî da zanîn ku piştî destpêkirina berhemanîna gazê ya li Qada Gazê ya Kormorê, wan yekser dest bi berhemanîna elektrîkê jî kiriye û dê sibe hûrgiliyên zêdetir ragihînin.

Rêveberê Giştî yê Dana Gazê Şakir Wecîd Şakir jî herwiha ji Rûdawê re ragihand:

“Kompanyaya me biryar da ku îro danê sibehê li gorî xala 33 ya Lîsteya Ragihandina Zelaliyê ya Bazara Ewlehiyê ya Ebû Dabiyê, li Qada Gazê ya Kormorê ji nû ve dest bi xebatan bike û gazê berhem bîne.”

Piştî êrişê, Wezareta Elektrîkê di daxuyaniyekê de ragihand ku demjimêr 22:22an a şeva borî, agir bi Qada Gazê ya Kormorê ket û di encamê de hinartina gazê ji bo hemû santralên elektrîkê hat rawestandin û zêdetirî 2800 megawat berhemanîna elektrîkê kêm bû.

Ev êriş bû sedema bertekên berfireh ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li ser êrişên li Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got:

“Êrişên curbicur ên li Herêma Kurdistanê hewldanên dijmin, neyar û xayinan e ji bo têkbirina herêmê û ew di wê baweriyê de ne ku bi van êriş û zextên berdewam dê Kurdistan têk biçe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Girîng e Hikûmeta Îraqê gavên pratîkî bavêje ji bo nehiştina metirsiya wan grûpên neyasayî û divê ewlehiya hemû Îraqê û Herêma Kurdistanê jî biparêze.

Em bangî welatên dost dikin ku tedbîrên cidî bigirin û ji bo parastina ewlehiya gel, ewlehiya aborî û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, alîkariyên meydanî pêşkêşî me bikin.”

Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê jî ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku di nava 48 saetan de lêkolîn derbarê êrişê de were kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî di daxuyaniyekê de got:

“Em li dijî wan kiryarên hovane û bêwate careke din piştevaniya hevkarên xwe yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha em bangî rayedarên Îraqê dikin ku lêkolînan bikin û berpirsyaran derxin pêşberî dadgehê.

Amerîka ji bo piştgirîkirina serwerî û ewlehiya Îraqê dê berdewam be di hevkariya hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê de.”

Kormor gundekî nahiyeya Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê ye û kompanyaya Dana Gazê û ya Petrola Hîlalê ya Îmaratê berhemanîna gazê li wê derê dikin. Ew qad di warê çavkaniyên xwezayî de, bi taybetî gazê, yek ji deverên herî dewlemend e.

Projeya Gaza Kurdistanê sala 2007an hat damezrandin û ji bo bidestxistina mafên lêkolîn, pêşxistin, berhemanîn, bazarkirin û firotina berhemên petrolê li qadên Kormor û Çemçemalê, Dana Gazê û Petrola Hîlalê ya Îmaratê girêbestek bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kir.

15 mehan piştî wê Çiriya Pêşîna 2008an, berhemanîna gazê li Kormorê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.