Mislim Hesen: HSD derbasî rojavayê Çemê Feratê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê Mislim Hesen got, “HSD derbasî rojavayê Çemê Feratê bûye, bêhtirî 6-7 gundan hatine kontrolkirin.”

Mislim Hesen bi bîr anî ku hêzên Amerîkayê berî niha jî hatibûn Kobaniyê û dîsa çûbûn lê vê carê ji bo çavdêriya agirbestê û navbeynkariyê hatine û got:

“Hêzên Amerîkayê li Kobaniyê li avahiyekê bi cih bûne, ji bo navbeynkariyê hatine.”

“Dengê çekên giran û topan tê”

Mislim Hesen got, “Li bajarê Kobaniyê aramî heye” û pê de çû:

“Lê dîsa jî endîşe heye. Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şer berdewam dike.

Dengê çekên giran û topan tê.

HSD derbasî rojavayê Çemê Feratê bûye, bêhtirî 6-7 gundan hatine kontrolkirin.

Lê şerê niha li rojavayê Çemê Feratê ye û şer li derdora santrala avê û gundên li wê derdorê rû dide.”

Mislim Hesen got ku “Xelk li mala xwe maye” û xelk vê carê penaber nabe.

“Dronên Tirkiyeyê li eniyên şer in”

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê diyar kir ku Tirkiye jî bi dronan piştgiriyê dide çekdaran û got:

“Li gorî agahiyên me, dronên Tirkiyeyê li eniyên şer in û li asmanên bajarê Kobaniyê jî difirin.

Wan dronan gelek mal, bircên telefon û înternetê kirine hedef.

Dron tim li asmanên bajarê Kobaniyê difirin û keşfê dikin.”

Mislim Hesen diyar kir, “Alayên Amerîkayê li ser wesaayîtên ku hatine Kobaniyê hene” û eşkere kir ku li ser mijara man an nemana hêzên Amerîkayê ti agahî nînin.

Mislim Hesen daxuyand ku kahrebaya Kobanî û Minbicê ji Bendava Tişrînê diçe û ji dema ku êrişa çekdaran dest pê kiriye ve kahreba nîne û xelk di rewşeke zehmet de ye.

Li gorî agahiyên ku wî dane, nebûna elektrîkê bandor li ava bajêr jî kiriye.