Tahir Silêman: Îsraîl, Amerîka, Fransa û Brîtanya dê Kurdistanê ava bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Sernivîskarê Rojnameya Kurd Dîplomatê Tahir Silêman got, “Kurd dê nikaribin Kurdistanê çêbikin. Îsraîl, Amerîka, Fransa, Brîtanya û Ewropa dê ji bo sûda xwe çêbikin.”
Şandeyeke Kurdên Azerbeycanê li Başûrê Kurdistanê ye.
Sernivîskarê Rojnameya Kurd Dîplomatê Tahir Silêman jî di nava şandeyê de. Tahir Silêman bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî bersivandin.
Tahir Silêman diyar kir, ev 22 sal in ku ew Kurd Dîplomatê bi Kurdî, Rûsî, Azerî û Tirkî diweşîne û cih dide dîrok û çanda Kurdan.
Tahir Silêman diyar kir ku ew li Hewlêrê germahiyekê dibîne lê gazin ji kembûna axaftine bi Kurdî kirin û got:
“Ev çend caran em tên lê em li otelê nabînin ku kes bi Kurdî dişitexile, hemû Ereb in.”
“Îsraîl, Amerîka, Fransa, Brîtanya û Ewropa dê Kurdistanê çêbikin”
Mamoste Tahir got “Eger serok û rêberên Kurdan nebin yek nabe” û li pey çû:
“YNK piştgiriya Îranê dike, PDK piştgiriya Tirkan dike, hevgirtîn nîne. Pêwîst e siyaseteke wisa bikin ku hevgirtin çêbibe.
Îro li Rojava çend partî hene, her yek çûye aliyekî.
Kurd dê nikaribin Kurdistanê çêbikin. Îsraîl, Amerîka, Fransa, Brîtanya û Ewropa dê ji bo sûda xwe çêbikin.”
“Dê li Tirkiye û Îranê jî çêbibin”
Tahir Silêman diyar kir ku Ewropî ji ber koça zêde nerehet in û ji bo rêlibergirtina vê yekê hêza herî girîng Kurd in û pê de çû:
“Îro hûn bûyerên li Rojava dibînin. Li Îranê jî dest pê kiriye. Ev tişt dê li Tirkiyeyê jî çêbibin.
Hinek tişt hene ku mirov nikare vekirî bêje.”
“Dema Tirk hatin Kurdan mil ji wan re vekir”
Sernivîskarê Rojnameya Kurd Dîplomatê zanîn, cihên ku Ermanistan û Azebeycan li ser wan şer dikin axa Kurdan in û û got:
“Hê sala 970yî Azerbeycan, Ermenistana niha, Gurcistan, nîvê Rûsyayê, nîvê Tirkmenistanê, nîvê Bakur, nîvê Îranê bûye dewleta Kurdan a Şedadiyan.
Şedadiyan, Rewadiyan, Eyûbiyan. Heta ku Tirk ji Altayê hatine.
Dema Tirk hatin Kurdan mil ji wan re vekir. Çawa niha ji Ereban re mil vedikin, li wir jî mil vekirin û Ereb hatin cîwar bûn.
Piştî ku cîwar bûn bi Rûsan re peyam girêdan û di nav eşîreta Kurdan de parçebûn çêkirin.”
Tahir Silêman bi bîr anî ku Kurd ji axa xwe koç dikin û pirsî:
“Eger li vê derê rehetî hebe çima Kurdên me ji vê derê direvin?
Îro çi qas penaberên me li Ewropayê di zîndanan de mane?”
“Ji bo rê li ber van bigirin neteweya herî girîng Kurd in”
Tahir Silêman ducare diyar kir ku dê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê li Îranê jî rû bidin û got:
“Salek, sal û nîvek derbas bibe ev tiştên li Rojava dê li Îranê jî bibin.
Koçber di ser Îranê re derbas dibin. Ji bo rê li ber van bigirin neteweya herî girîng Kurd in.
Eger Kurdistana Mezin ava bibe dê koçber çawa derbas bibin?
Eger Kurdistana Mezin çêbibe dê petrolê ji Kurdan bikirin.”
Sernivîskarê Rojnameya Kurd Dîplomatê Tahir Silêman ji Azerbeycanê hat û bû mêhvanê Rûdawê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 25, 2024
🎙️ Tahir Silêman got: ❝Ev çend caran em tên lê em li otelê nabînin ku kes bi #Kurdî dişitexile, hemû Ereb in
🎙️ Eger serok û rêberên Kurdan nebin yek nabe
🎙️ YNK piştgiriya Îranê dike,… pic.twitter.com/DoXfbGNiB0