Nêçîrvan Barzanî: Em dê mafên Mesîhiyan biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî Cejna Christmasê pîroz kir û got, “Em dê wekî her carê mafê Mesîhiyan biparêzin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya Cejna Christmasê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
“Ez hêvî dikim bibe cejna aramiyê”
Nêçîrvan Barzanî got, “Ez Cejna Christmasê ji dil û can li welatiyên me yên ezîz ên Mesîhî yên li Herêma Kurdistanê, Îraqê û hemû cîhana Mesîhiyan pîroz dikim.
Ez hêvî dikim bibe cejna aramî û asûdeyiyê, hûn hemû betlaneyeke xweş derbas bikin û ji bo hemû kesî bibe sala kameranî û serkeftinê.”
“Em dê wekî her carê parêzvanên mafên wan bin”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi parastina mafên Mesîhiyan da û anî zimên:
“Em hemû welatiyên me yên Mesîhî piştrast dikin ku em dê wekî her carê parêzvanên mafên wan bin.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku ew dê karên xwe yên ji bo bihêzkirina bihevrejiyan, hevqebûlkirin û çanda pirrengiya olî û neteweyî bidomînin û got:
“Kurdistan dê ji bo me hemûyam bêyî ti cudahiyê wekî welat û helîneke aramiyê bimîne.”
Christmas cejneke Mesîhiyan e ku her sal bi piranî 25ê Kanûna Pêşîn bi boneya rojbûna Hz. Îsa tê pîrozkirin.
بهبۆنهى هاتنهوهى ياد و جهژنهكانى كريسمس و لهدايكبوونى حهزرهتى عيساى مهسيحهوه (سڵاوى خواى لێ بێت)، به گهرمى و له دڵهوه پيرۆزبايى له هاووڵاتييانى ئازيزى مهسيحيمان له ههرێمى كوردستان و عێراق و له تهواوى جيهانى مهسيحى دهكهم. هيوادارم جهژنى ئارامى و ئاسووده…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) December 24, 2024