DAIŞê li Dêrezorê êrişî hêzên asayîşê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrişî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li gundê Hetleyê yê li bakûrê Dêrezorê êrişî rêbendeke kontrolê ya hêzên asayîşê yên Rêveberiya Xweser kiriye.

Hat zanîn ku çekdar li motorsiklêtan siwar bûne û wan êriş bi çekên kalaşnîkov pêk aniye.

Heta niha zererên wê êrişê nayên zanîn lê vê hefteyê ev cara sêyemîn e ku DAIŞ êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Êriş zêde bûne

Beriya wê jî şaneyên DAIŞê li Hisîça û Reqayê êrişî HSDyê kiribû.

Hêzên Asayîşa Navxwe ya Rêveberiya Xweser jî ragihand ku ku êrişên DAIŞê zêde bûne û çekdar rewşa niha ya li Minbic û Kobaniyê bi kar tînin.