Li Agiriyê makîneya kar ji kendal ket: 3 kes mirin, kesek jî winda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî makîneyeke kar a ku rêyên girtî vedikirin ji kendalekî ket û di encamê de 3 kes mirin û kesek jî winda bû.

Li gundê Dûzmeydana Jorê yê Avkevirê, gundiyên ku pezê wan winda bû, ji saziyên pêwendîdar alîkarî xwest.

Li ser daxwaza alîkariyê tîmên AFADê û makîneyên kar ên Rêveberiya Îdareya Taybet a Agiriyê ji gundiyan re hatin şandin.

Tîmên ku çûn alîkariyê ji ber berf û pûkê negihîştin gund.

Makîneya kar a ku dixwest rêya wan veke ji kendal ket û di encamê de şofêr N.Ş. jî di nav de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê yên UMKEyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Şofêr N.Ş. yê ji aliyê tîmên rizgarkirinê bi birîndarî ji kendal hat derxistin û tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

N.Ş. û 2 kesên tevî hemû hewldanan jî canê xwe ji dest da.

Tîmên rizgarkirinê ji bo lêgerîna kesekî winda xebatên xwe berdewam dikin.