Li Qamişloyê partiya Yekîtî bi nihênî kongre lidar xist
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtîya Kurdistanî - Sûriye kongreya xwe li bajarê Qamişlo saz kir û careke din Silêman Oso wek Sekreter û Ebdulîlah Ocê wek Cîgirê Sekreterê wê partiyê hatin hilbijartin.
Partiya Yekîtîya Kurdistanî – Sûriyê (Yekîtî) li bajarê Qamişlo kongreya xwe saz kir. Kongreya Partiya Yekîtî di rojên 23 û 24ê vê mehê de bi awayekî nihênî û dûr ji çavên ragihandinê hatiye lidarxistin.
Li Herêma Kurdistanê, Almanya, Efrîn û Tirkiyê delegeyên kongreyê bi awayekî online beşdar bûn.
Di kongreyê de rewşa siyasî û rêxistinî ya partiyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di kongreyê de Sekreterê Partiyê, Cîgirê wî û 17 endamên Komîteya Siyasî hatin hilbijartin ku 4 ji wan jin in.
Sekreterê Partiya Yekîtî, Silêman Oso derbarê sedema nihênî lidarxistina kongreya de ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku kar û çalakiyên wan li Rojavayê Kurdistanê hatine qedexekirin, wan nekariye kongreya xwe di rewşeke asayî de û bi aşkereyî saz bikin.
Silêman Oso rexne li wê rewşa siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê de girt û got, "em di zindaneke mezin de ne."