Qurbaniyên Komkujiya Gurgumê hatin bîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Di 44emîn salvegera Komkujiya li dijî Kurdên Elewî yên parêzgeha Gurgum (Mereşê) ya Bakurê Kurdistanê de, qurbaniyên komkujiyê bi çalakiyekî hatin bibîranîn.

Tevî qedexeya parêzgariyê bi bangawaziya sazî û rêxistinên Elewiyan roja Şemiyê bi sedan kes bi diruşm û pankartên  “Mereşê nede jibîrkirin” û “Dewleta Kujer dê hesabê bide” heta taxa Yoruk Selîm meşiyan ku di Kanûna 1978an de komkujiyek mezin li wê taxê li dijî Kurdên Elewiyên Gurgumê pêk hatibû.

Birînên kesûkarên qurbaniyan heta niha nekewîne û tirsa wan rojan jî hîn di dilê wan de ye.

Welatî Sakine Kirmizi  “Ji me gelek hatin kuştin. Dê û bavê min li vê derê bûn em perîşan bûn. Gişt barkirin çûn, xaniyên xwe firotin. Em ji dixwazin ku civaka tev li vê derê bûna û ev tişt nebûna, Em hê jî ditirsin.”

Welatî Zeynep Saygin “Ez nikarim wan rojan ji bîr bikim û ez dê jibêr nekim jî. Ji ber çavên me narin. Em pir hatin perçiqandin û me pir êş kişan. Mirovên me, zarokên me û ciwanên me hatin kuştin.”

Komkujiya li dijî Kurdên Elewî yên Gurgumê di 19ê Kanûna 1978an destpêkir û heta 26ê Kanûna heman salê berdewan kir. Li gor amarên fermî 120 kesên ku zarok jin û kesên bi temen di komkujiyê de hatine kuştin, lê amarên nefermî dibêjin hejmara kesên hatine komkujkirin derdora 500 kesan e. Bi sedan kes birîndar bûn û zêdeyî 200 xaniyên Elewiyan hatin şewitandin.  100 kargehên wan jî hatin wêrankirin.

Heta niha ti lêkolînek berfireh li ser bûyerê nehatiye kirin û pêşniyarnameyên li parlamentoya Tirkiyê ji aliyê partiyên siyasî ve  tên dayîn jî bi hincetên cuda tên red kirin.

Parlamenterê CHPê Mahmut Togrul “Em ji bo derxistina rastiyên komkujiyê pêşniyarnameyên lêkolînê pêşkêşî parlamentoyê dikin, lê mixabin serokê Parlamentoyê dibêje nebêjin komkujî û ev peyvên biêş in, weke ku komkujî ne biêş be ev peyv biêş bin  pêşniyarnanemyên me red dike û hewil dide asteng bike. Lê tevî vê em her bîranên Mereşê de lêkolînkirin û derxistina hemû aliyên vê bûyerê girîng dibînin û tekeziyê li vê dikin.”

Tevî ku  bo 22 kesên ku  tevlî komkujiyê bibûn cezayê darvekirinê, bo 7 kesan cezaya heta heta yê girtîgehê, û bo 321 kesan jî di navbera 1 heta 24 sal cezayê girtîgehê hat dayîn jî lê di sala 1991an de ti kes ji ber vê komkujiyê di girtîgehê nema û hemû tawanbarên komkujiyê hatin azadkirin.

Li gorî amarên fermî 68 tawanbarên komkujiyê jî rêç û şopên xwe wendakirine û heta niha jî nehatine girtin.