Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyera roja 24ê Mijdarê ya Kanala Îngilîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû û di encamê de 27 koçber ku 17 ji wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan û tenê 2 kes jê rizgar bûn ku yek ji wan Kurd bû. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand ku vegerandina termên qurbaniyan hatiye paşxistin da ku nasnameyên wan bêne piştrastkirin.
24ê meha borî, belemeke koçberan li Kanala Îngîlîz binav bû. Di wê bûyerê de 27 koçberan canê xwe ji dest dan û 17 ji wan Kurd bûn. Tora Medyayî ya Rûdawê çarenivîsa hinek ji wan eşkere kir, herwiha derbarê bûyerê de berpirsên peywendîdar ên Fransa û Brîtanyayê dan axaftin. 4 ji kesên ku di wê belemê de xanîqîn 3 zarok û dayika wan bûn. Tenê bavê wan mabû li qezaya Derbendîxan.
Bavê Zarokên Koçkirî Rizgar Husên got "Wek wê hemû xelkê bo jiyaneke xweştir çûn, kes heye ku nexwaze zarokên xweş bijîn?”
28ê Mijdarê, Mihemed Îbrahîm Zade, ew gencê temen 21 salî, ligel gencek din yê temen 21 salî yê Somalî rizgar bû, bo yekem car bi rêya Rûdawê çîroka niqûmbûna wê belemê vegot û ragihand, dinya tarî bû em birêketin; ew bûyer bi serê me hat, heta berê sibê hemûyan xwe girt, lê piştre dest ji jiyanê berdan.
Koçberê Rizgarbûyî Mihemmed Îbrahîmzade dibêje "Me keştiyek dît û me xwest ber bi wê ve biçin, lê gotin ku nabe em biçin bo wê û divê em îşev wxe bigehînin axa Brîtanyayê. Piştre keştî nema û em tenê di nav avê de man. Pompeyek hewa hebû ku çend kesan hewa dikir belemê û hinekan jî ava belemê vala dikir. Piştî demekê me telefon bo polîsên Fransa kir ji bo ku li hawara ma bên, ji ber ku pompeya hewayê xirab bû, piştre me lokasyona xwe bo polîsên Fransa şand û wan ji me re gotin ku hûn li nav ava Brîtyanyayê de ne. Em di nav ava Brîtanyayê de bûn me telefon bo polîsên Brîtanya kir wan jî digot peywendiyê bi polîsên Fransayê bikin.”
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê di bersiva xwe ya bo Rûdawê de bi navê hikûmeta Brîtanyayê axivî û red kir ku ew bûyer di nav sînorên avî yên welatê wan de pêkhatibe.
Efserekî Bilind ê Peywendiyan jî di Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê de bi navê Patrîk Dînham ji Rûdawê re ragihand, bûyer di nav sînorên avî yên Fransayê de çêbûye.
Wezareta Navxwe ya Fransayê jî di bersiva xwe ya bo Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand: “Serokê welat daxwaz kiriye ku termê koçberan li welatê wî bi axê bêne sipartin. Eger malbatek bixwaze kesên nêzîk xwe vegerîne welatê xwe ew dikare wî karî bike, hikûmeta Fransa ne amade ye xerciya vegera wan bigire stûyê xwe.”
Vegerandina terman paşket, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand sedema vê yekê paşketina proseya naskirinê û piştraskirina pencemorên wan bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse