Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan: Heta niha 10 zarok hatine vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Ofîsa Hesekê ya Parastina Zarokan ya ser bi Rêveberiya Xweser ve aşkere dike ku heta niha 10 zarok hatine vegerandin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha îsal de, ofîsên parastina zarokan damezrandibûn.

Piştî derbasbûna 2 mehan ji damezrandina wan ofîsan, heya niha derdora 10 zarokan hatine vegerandin.

Li seranserê deverên Rêveberiya Xweser 8 ofîsên parastina zarokan hene ku ew jî li Heseke, Qamişlo, Kobanî, Minbic, Reqqa û Şehbayê.

Armanc ji damezrandina wan ofîsan, rêgirtina li ber leşkerkirina zarokan û nehiştina tundûtîjiya li dijê wan e.

Xalid Cebir, Hevserokê Ofîsa Hesekê ya Parastina Zarokan ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, ji Rûdawê re behsa kar û xebatên wan ofîsan dike.

Xalid Cebir aşkere dike, ku heya niha navê 86 zarokan li cem wan hatine tomarkirin, 20 ji wan li Hesekê ne, ji wan 20 zarokan jî 10 zarok hatine vegerandin.

Cebir amaje bi wê dike ku di ku ev ofîs “ne tenê ji bo rêlibergirtina leşkerkirina zarokan, lê rê li ber karên giran jî tê girtin ku bi zarokan tên kirin. Rê li ber tundûtûjiya li ser zarokan tê girtin.”

Hevserokê Ofîsa  Hesekê ya Parastina Zarokan dibêje, ji ber pirsgirêkên malbatî, şerê li Sûriyê ku “karîgeriyeke mezin li ser psîkolojiya zarokan kiriye, dibin sedem” ku zarok berê xwe bidin çekê.

Xalid Cebir tekez jî dike “Ofîsa me çi giliya hat aliyê me, em bi ciddî dişopînin û em dê bişopînin heta dawiyê.”