Şaredariya Dêrsimê biryar da kirêya 3 mehan ji dikandaran wernegire

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê biryar da, kirêya 3 mehan ji dikanên ku ji ber tedbîrên Covid-19 girtî mane wernegire, herwiha li gor biryara şaredariyê, di sala 2021ê de kirê li wan dikan û esnafan jî nayê zêdekirin.

Şaredariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ev biryara xwe aşkere kir û ragihand,“Şaredariya me, esnafên ku di çarçoveya tebdîrên vîrusa coronayê de girtî mane, dê bo dema 3 meh kirê ji wan wernegire.”

Di derbarê rêkûpêkkirina kirêyên kirêçiyê şaredariyê de jî hatiye gotin, di çarçoveya têkoşîna dijî vîrûsa coronayê de, ji bo esnafên ku rewşa wan ya aborî xerab e û ji bo rêkûpêkkirina kirêyan, wan di 23 Kanûna 2020an de hevdîtinek encûmenan pêk anîne.

Şaredariya Dêrsimê biryara wergirtine “Di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrûsa coronayê de, ji bo esnafên ku girtî mane biryar hatiye dayîn ku kirêyên mehên Çile, Sibat û Adarê ji wan neyê wergirtin. Esnafên ku nehatine girtin lê di dahatina wan de kêmasî çêbûye jî di mehên Çile, Sibat û Adarê de di kirêyên wan de ji sedî 50î daşikandin bê kirin. Di vê pêvajoyê de ji ber kêmkirina kapasîteya rêwiyan, dê kooperatîfa mînîbûsan jî ji vê daşikandina ji sedî 50 sûdê wergire.”

Herwiha şaredariyê ragihandiye, “Şaredariya me di 2021an de dê kirya kirêçiyên xwe zêde neke.”