Li Meletiyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya  parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,6 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:20î çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9.75 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.