Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin berfê de man: Hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro dê li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare û ji bo gelek parêzgehan hişyarî da.
Her wiha ji ber berfê li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dibistan rojekê hatin girtin.
AFAD û Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 38 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi kodên zer û pirteqalî hişyarî da.
Hişyariya bi koda pirteqalî
Ji bo 13 parêzgehan hişyariya bi koda pirteqalî hat dayîn.
Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Dêrsim, Erzingan û Mereşê
Parêzgehên Tirkiyeyê: Edene, Antalya, Gîresûn, Ordu, Tokat, Bayburt, Gumuşhane, Mêrsin, Rîze Trabzonê yên Tirkiyeyê.
Hişyariya bi koda zer
Ji bo 25 parêzgehan jî bi koda zer hişyarî hatiye dayîn.
Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Sêwaz, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Xarpêt, Çewlîg, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Qers
Parêzgehên Tirkiyeyê: Nevşehir, Nîgde, Konya, Aksaray, Karaman, Samsun, Hatay, Artvîn Qeyserî
Li 21 bajan dibistan hatin girtin
Li aliyê din, li 21 parêzgeh û navçeyên wan ji ber berfê rojekê hemû dibistanên fermî û taybet hatin tetîlkirin.
Parêzgehên ku dibistan lê hatine girtin ev in:
Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Sêwaz, Mereş, Erzingan, Mereş, Meletî, Dêrsim, Çewlîg.
Parêzgehên Tirkiyeyê: Nevşehir, Ordu, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt, Bolu, Tokat, Kırşehir, Giresun, Aksaray, Çankiri, Sinop, Duzce, Karaman, Kastamanu, navçeyên Pozanti ûTufanbeyliyê yên Edeneyê, navçeyên Asarcik, Havza, Ladik û Vezirkopru yên Samsûnê, navçeya Akyaziyê ya Sakaryayê, navçeya Eflaniyê ya Karabukê, navçeya Îkîzdere ya Rizeyê.