Li Êlihê îskeleya avahiya mizgeftê hilweşiya: mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di encama hilweşîna îskeleya avahiya mizgeftekê de karkerekî cane xwe ji dest da û 19 karker jî birîndar bûn.

Îro 25ê Mijdara 2022ê li taxa Gultepe ya parêzgeha Êlihê îskeleya avahiya mizgeftekê ku  karkeran li ser kar dikir, hilweşiya.

Li gor zanyariyan di bûyerê de 20 karker birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan necîgir e. Herwiha 2 karker jî li ser îskeleyê asê man.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û Tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê û karkerên asê mane jî rizgar kirin.

Lê gor zanyariyan yek ji karkerên birîndar tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Parêzgariya Êlihê piştî bûyerê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.