Masiyên Gola Hecî Xidir bikom dimirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, masiyên Gola Hecî Xidir bikom dimrin.

Heta niha nayê zanîn masî ji ber çi mirine, lê li gor pisporên Şaredariya Sêwregê û Saziya Çandinî û Daristanê, hişkesalî bûye sedema mirina masiyan.

Endezyarê Şaredariya Sêwregê Şukru Karaca, dibêje, “Wek hûn dizanin sala 2021ê hişkesaliyeke zêde hebû. Baran gelekî kêm bû. Heta vê mehê jî baran kêm ketiye. Ji ber baran kêm bû asta avê jî daket. Piştî asta avê daket qada masiyan teng bû û oksîjena di nav avê de kêm bû. Ez wiha difikirim mirina masiyan ji ber kêmbûna oksîjenê ye.”

Şaredariya Sêwregê, piştî mirina bikom a masiyên Gola Hecî Xidir, derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.