Li Herêma Kurdistanê tundûtûjiya dijî jinan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Amarên fermî yên Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtîjiyê li Herêma Kurdistanê amajeyê bi wê yekê didin, ku tundûtîjiya dijî jinan di zêdebûnê de ye, bi taybetî ewên ku gilî dijî tundûtîjiyê tomar dikin.

Li gor amarên fermî, ji destpêka îsal û heta dawiya meha Êlûna îsal 10 hezar û 48 gilî ji aliyê jinan ve hatine tomarkirin. Her di heman demê de 16 jin hatine kuştin û 46 jinan jî xwe kuştine, û 102 jin jî destdirêjiya sêksî li ser wan hatiye kirin.

Tavge Umer, Rêvebera Giştî ya Fermangeha Yasa û Mafên Mirovan, dibêje, “Li gel peydabûna şewba Covid-19 li Herêma Kurdistanê, corekî din ên tundûtûjiyê li dijî jinan serî hilda, ew jî bikaranîna torên civakî ne ku em dikarin bêjin bi şêweyekî berçav jin bûne qurbaniyên van torên civakî. Girîng e yasayek li ser medya elektronîk bê derxistin.”

Di sala 1999an de roja 25ê Mijdarê wek roja rûbirûbûna tundûtîjiya dijî jinan hat destnîşankirin, li Herêma Kurdistanê jî hevawayê welatên cîhanê kampanya 16 rojan dirêj dike, tevî vê kampanya salane û vekirina rêveberiyeke giştî di wezareta navxwe bi navê rêveberiya rûbirûbûna tundûtîjiya dijî jinan û hebûna çend rêxistinên dakokîkar li mafên jinan, lê amar amajeyê bi wê yekê didin, tundûtîjiya dijî jinan di zêdebûnê de ye.

Li gor amaran di nîvê yekem ê sala borî de, 3 jin hatibûn kuştin, lê di nîvê yekem ê îsal de 6 jin hatine kuştin, wata kuştina jinan du qat zêde bûye. Derbarê xwekuştinê jî di nîvê yekem ê par de 13 jinan xwe kuştibûn, lê di nîvê yekem ê îsal de 31 jinan xwe kuştine.

Leyla Ebdulcebar, Endama Komîteya Karûbarên Civakî li Parlamentoya Kurdistanê, diyar dike, “Sedemên aborî bandor li ser hemû takên civakê, taybetî li ser jinan heye. Serxwebûna aborî bo jin û zilam, dê yeksanî û bawerîpêbûnê zêdetir bike. Aborî yek ji sedemên herî sereke yên tundûtûjiyê ye.”

Li gor amarên fermî, di 10 salên borî de, li Herêmna Kurdistanê 490 jin hatine kuştin, 612 jinan xwe kuştine, 73 hezar û 15 jinan jî gilî ji ber tundûtîjiya zilaman û malabatên xwe tomar kirine.

Li bermaberî çend yasayên ku mafên jinan li Herêma Kurdistanê diparêzin, lê hêjî hişyarkirina zêdetir pêwîste bo gehiştina rêçareyeke bikêrhatî bo rizgarbûna ji pirisgirêkan,û nehiştina çekên bê molet jî yek ji rêçareyan e.