Li Semsûrê qeza: 6 xwendekar birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Korikê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê serwîsa xwendekaran ji kontrolê derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Bûyer îro Pêncşemê 25ê Mijdara 2021ê li ser rêya Korik-Sincikê nêzîkê gundê Teymenlî çêbû. Li gor agahiyên hatine belavkirin, şofêrê otomobîlê Kadir Kelepçe kontrola dîreksiyon ji dest daye û otomobîl ji rê derketiye û wergeriya ye.

Di bûyerê de, şofêr Kadir Kelepçe û xwendekarên keç ên di nav otomobîlê de bi navên Dilara K. (16), Duygu T. (19), Hêlîn K. (15), Aynur O. (17) û Berfîn K. (23) birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Korikê hatin veguhestin. Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.