Aliyên Ereb û Tirkmen li ser Kerkûkê li hev kirine: Tirkmenek dibe parêzgar

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rêkeftineke navbera Encûmena Siyasî û Hevpeymaniya Erebî ya li Kerkûkê li gel aliyên Tirkmen, Rakan Cibûrî dest ji parêzgariya Kerkûkê berdide û dibe parlamenter û li cihê wî, Qaymeqamê Qeza Navend a Kerkûkê, Felah Yaycî ku ser bi Eniya Tirkmenî ve ye, dibe parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di van demên dawiyê de Encûmena Siyasî û Hevpeymaniya Erebî ya li Kerkûkê li gel aliyên Tirkmen, derbarê birêvebirina parêzgeha Kerkûkê de gihîştine rêkeftinekê, ku ev rêkeftin bo dema 10 mehan û heta lidarxistina hilbijartina parlamentoya Iraqê ye û li ser bingeha encamên wê hilbijartinê dê guherîn di postan de bê kirin.

Biryar wiha ye, di meha Hezîrana sala 2021an de hilbijartina parlamentoyê li Iraqê bê lidarxistin.

Aliyên Erebî û Tirkmen ên Kerkûkê li hev kirine, ku Felah Yaycî qaymeqamê qezaya navendî ya Kerkûkê ku di heman demê de Serokê Komîteya Nehiştina Zêdegaviyan e, dest ji hewlên xwe yên ji bo nehiştina zêdegaviyan berde ku ew demek e li nav bajêr destpê kiriye û li hember wê yekê jî Rakan Cibûrî dest ji posta Parêzgariya Bi Wekalet a Kerkûkê berdide û Yaycî diçe cihê wî.

Li gor agahiyên Rûdawê, ji bo vê yekê jî biryar e roja Yekşemiya bê Rakan Cibûrî biçe Bexdayê û weke endamekî parlamentoyê sonda yasayî bixwe.

Rakan Seîd Cibûrî, di hilbijartinên sala 2018 de li ser lîsta Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê bûbû berbijêr bo parlamentoya Iraqê û serkeftibû, lê belê ji ber posta parêzgariyê di destê wî de bû, neçû parlamentoyê û sonda yasayî pêk neanî.

Li gor yasaya Iraqê, her demekê ku parêzgarek di posta xwe de nema, qaymeqamê qezaya navenda bajêr li cihê wî dest bi kar dike.

Berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Parêzgarê Kerkûkê û Qaymeqamê Qeza Navend a Kerkûkê Kurd bûn, lê piştî wan bûyeran ku parêzgeh kete destê hêzên Iraqî, herdu berprisên Kurd neçar man Kerkûkê biterikînin.

Rakan Cibûrî ku wê demê Cîgirê Parêzgar bû, bi wekalet li cihê Dr. Necmedîn Kerîm bû parêzgar, Felah Yaycî jî bi wekalet li cihê Kamîl Saleyî dest bi kar kir.

Ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kurd ji rêveberiya Kerkûkê hatine bêparkirin û roj bi roj beşdariya Kurdan ku pêkhateya serekî ya parêzgehê ye û piraniya niştecihên Kerkûkê pêk tîne, di rêveberiyê de kêmtir dibe.