Fîlozofê fransî: Êzê biselmînim ku dostê Kurdan tenê ne çiya ne

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy dibêje, ew kar dike da ku biselmîne, ku gotina kevn a kurdî ya dibêje; “dostên Kurdan tenê çiya ne” ne rast e.

 

Bernard Henri Levy, ku weke “dostê Kurdan” tê naskirin, dixwaze biselmîne, ku Kurd ne bi tenê ne û xwedan gelek dost in.

 

Levy dê roja 28ê Mijdarê fîlma xwe ya bi navê “Pêşmerge”, li Neteweyên Yekbûyî nimayîş bike.

 

Derhênerê fîlma Pêşmerge Bernard Heri Levy e û bi gotina wî niha hemû bilêtên nîşandana filmê hatine firotin.

 

Levy dixwaze bi rêya vê filmê zîrekî û wêrekiya pêşmerge nîşanê nûnerên 193 welatên cîhanê yên endamên Neteweyên Yekbûyî nîşan bide, bi vî awayî piştgirî û hevsoziya wan welatan ji bo Kurdan bixwest bixe.  

 

Nivîskar Levy derbarê vê mijarê de li ser tora civakî ya twitterê gotiye: “Ji bilî çiyayan ti kes dostê me nîne. Roja 28ê Mijdarê, li baregaha sereke ya Netweyên Yekbûyî li New Yorkê dê were selmandin, ku ev gotina kevn a Kurdan ne rast e! Li pêşberî 193 welatan, emê nîşa hevpeymanên xwe yê Kurdistanê bidin, ku hevrêyên wan gelek in.”

 




Herwiha di twitteke din jî de Bernard Henri Levy dinivîse: “Roja 28ê Mijdarê, demjimêr 06.30ê piştî nîvro, 193 welatên Neteweyên Yekbûyî dê bi çavê xwe bibînin ka pêşmerge çi wateyê dide. Pêşmerge wate nîşana zîrekî û wêrekiyê ye. Mixabin, hemû kursiyên ji bo giştî hatibûn danîn, hatine firotin. Lê hûn dikarin ji vir çavdêriya mijarê bikin.”