URMIYE - 4 çiyager bêserûşûn in

Hewlêr (Rûdaw)- Li Çiyayê Keleşînê yê li navçeya Şinoya Rojhilatê Kurdistanê 4 çiyager bêserûşûn bûne.

Berpirsê Heyva Sor a Şinoyê Fexredîn Mam Ebdulah diyar kir ku heta niha ew 4 çiyager nehatine dîtin.

Navçeya Şinoyê girêdayî parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Fexredîn Mam Ebdulah ji medyayê re diyar kir ku lêgerîn û rizgarkirina çiyagerên bêserûşûn in berdewam dike.

Fexredîn Mam Ebdulah da zanîn ku tîmeke li Çiyayê Keleşînê li her 4 çiyageran digere û wiha got:

“Ji ber ba û boran û berfê heta niha tîmên lêgerîn û rizgarkirinê negihane wê herêma ku ew çiyager lê winda bûne.”

Fexredîn Mam Ebdulah diyar nekir ku ew çiyagerên ku canê xwe ji dest daye xelkê Îranê yan Rojhilatê Kurdistanê ne.

Divê were gotin ku di nava 48 saetên dawî de li lûtkeyên çiyayên herêmê herî kêm 40 santîmetre berf bariyaye û rêyên gelek gundan hatine girtin.

11yê Kanûna Pêşîn a 2024an 5 çiyagerên Tîma Çiyageriyê ya Kawyanê ku xelkê bajarê Nexedeyê bûn li Çiyayê Rindole yê Şinoyê bêserûşûn bûbûn.

Piştî hewleke zêde ya lêgerîn û rizgarkirinê cenazeyê 4 çiyageran hatibû dîtin û 2 çiyager jî bi saxî hatibûn rizgarkirin.