Tirkiyeyê êrişî Şingalê kir: 3 endamên YBŞyê canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê êrişî bajar û çiyayê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrişa hewayî de 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) canê xwe ji dest daye û jineke sivîl jî birîndar bûye.
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê doh bi şev saet 23:30an Şingal bombebaran kir.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand, bombebaran heta saet 03:00yê sibehê berdewam kiriye.
Şeşo ragihand ku di encama bombebaranê de 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku di êrişa li Şingalê de jineke sivîl jî birîndar bûye.
Piştî êrişa li TUSAŞê ya Enqereyê ku 5 kes hatibûn kuştin, artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.
Wezareta Parastina ya Tirkiyeyê ragihand ku “Di êrişên 24ê Çiriya Pêşînê yên saet 23:30an de li Herêma Kurdistanê li 34 hedefan hatiye xistin.”