Li Rojavayê Kurdistanê krîza çîmento û hesin derketiye

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji dema 2 mehan ve, krîza çîmento û hesin derketiye û bi nirxekî giran tê frotin û zehmet peyda dibe.

Çîmento û Hesin tenê bi rêya deriyê El Welîd ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Berî kirîza Sûriya rojane zêdetirî 5 Hezar tonên çemento û hesin derbasî navçeyê dibûn. Niha nirxê kîsekî çemeneto li cem Rêveberiya Xweser, bi 4 dolaran e, û li cem bazirganan bi 6 heta 7 dolaran tê firotin, û tona hesin jî, bi 600 heta 700 dolaran e.

Welatiyê bi navê Setam Bedran ku dest bi çêkirina xanî kiriye li benda çemento û hesinin maye ku karê xwe avakirina xaniyê xwe berdewam bike.

Setam Bedran da zanîn ku di heyama 2 meh in 4 caran çemento bi nirxê ne wekhev kiriye û bi rojan kar radiweste.

 Welatî Sedam Bedram got: “Çemento ji 3000 lirayan bo  15000 lirayab zêde bû.  Herwiha niha jî peyda nabe,  karker betal dimînin, çileye û em dixwazin xelas bikin. Xelk di tengasiyêde ne. Qum û pêdiviyên avahiyê buhane.

Belênder Macid Cuma jî krîza kêmbûna çemento û hesin dispêre girtina Deriyê On Eldadat û bi tenê hawirdekirina wan madeyan ji Deriyê Welîd yê bi Herêma Kurdistanê ve û tekez dike bazirgan zerar nakin û tenê welatî baca wê didin.

Belênder Macid Cuma got: “Çemento kêm e û madeyên derbas dibin ji bo hemû herêmê ye, ji bo avakirina qeayê jî, ev çementa em pê kar dikin ji çend mehan me aniye.”

Li Kobanî 2 kargehên çemento hene, yek ji wan baregeha lişkerî bû ji bo 9 salên şer, Rêveberiya Xweser kîsê çemento bi 4 dolaran difroşe û bazirgan jî bi 6-7 dolaran, hesin jî ji 600 ta bi 800 dolarî tê kirîn, qum ango Remil jî bi yek mitreyê ji 30 heta 50 hezar lireyê Sûrê tê firotin.