BMW a mertala êrişa Kerkûkê
Kerkûk (Rûdaw) – Di êrişa bi ser Kerkûkê de xwediyê otomobîla BMW a zirxî çend kes ji mirinê xilas kir.
Roja 21ê Cotmehê, demjimêr 03.30ê danê sibê, hejmareke çekdarên DAIŞê êrîşî navenda bajarê Kerkûkê, navçeya Dubiz û çend gundekî navbera Kerkûk û Dubizê kirin.
Çekdaran xwestin di serî de avahiya parêzgarî, rêveberiya kevin a polîsan û çend binkeyeke din ê hêzên ewlekariyê kontrol bikin. Lê hêzên ewlekariyê ev derfet neda wan û pevçûn derketibû.
Li Kerkûk û Dubizê piştî êrişê li ser medya civakî “BMW a reş” bibû mijara herî sereke. Welatiyan ajokarê BMW bi “Şêrê Kerkûk û Dubizê” bi nav kir.
Bi gotina welatiyên Kerkûk û Dubizê di roja êrişê de ajokarê BMWê Ako Ebdurahman ku bi navê Ako Duzî tê naskirin weke lehengan tevgeriya.
Ako Ebdurahman derbarê roja êrişê de ji Rûdawê re wiha got:
“Dema DAIŞî daketin di nava bajarê Kerkûkê de ez li eniya şer bûm. Hevalekî min li min geriya û got, gelek birîndar hene û ti kes nîne wan bibe nexweşxaneyan. Li ser vê yekê ez hatim Kerkûkê min çend birîndar di nav şer û pevçûnan de gihand nexweşxaneyan. Hejmar tam nayê bîra min lê ez dibêjim bi qasî 80 birîdaran hebûn min veguhestin nexweşxaneyan.”
Ako Ebdurahman ku di Tabura 116emîn de erkdar e wiha domand: “DAIŞiyan bi qenas û kelaşnikovan êriş dikir. Gule bi ser me de dibarî, min di wê demê de carnan mirina xwe hizir dikir. Lê pêşmergeyên şer dikir hat bîra min û ez nêzîkî DAIŞiyan bûm û min birîndar birin nexweşxaneyan.”
Hevalekî Ako jî wiha got: “Ew kesekî wêrek e. Tişta wî dikir min bawer nedirk çimkî gelek zetmetbû kesek bikaribe wê yekê bike. Dema birîndar vediguhest otomobîla wî rastî guleyan dihat.”
Ako da zanîn ku 40-50 gule li otomobîla wî ketine û piranî jî li cam û deriyên wê ketine û wiha pê de çû:
“Dema min birîndar veguhestin nexweşxaneyê DAIŞiyekî ez dîtim. Wî gul berda min lê ji bo ku otomobîla min zirxî bû min birîndar rakir û bir nexweşxaneyê”
Hêjayê gotinê ye, ku şeva 21ê Cotmehê nêzîkê ji 8 cihan ekdarên DAIŞê êrîşî navenda bajarê Kerkûkê û navçeya Dubizê kiribûn. Rêveberl Polîsê Kerkûkê Xatab Omer ragihandibû di encama pevçûnan de 48 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend çekdar jî hatine girtin.