Li Bedlîsê erdhejeke tirsnak

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 14:50î çêbûye û hêza wê 4,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.