Şaredariyên Sûr û Findikliyê bûn destebira

Hewlêr (Rûdaw)- Şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Findikliyê ya Rîzeyê peymana “destebiratiyê” îmze kir.

Di navbera Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê ku di destê DEM Partiyê de ye û Şaredariya navçeya Findikliyê ya Rîzeyê ya di destê CHPê de ye, peymana destebiratiyê hat îmzekirin. 

Protokola destebiratiyê li Şaredariya Sûrê bi merasîmeke taybet hat îmzekirin.

Serokê Şaredariya Findikliyê Ercument Şahîn û Hevşaredarên DEM Partiyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan tevlî merasîmê bûn.

Her wiha Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî tevlî merasîma îmzekirina protokolê bûn.

Her du şaredarî dê di warên bazirganî, çand û geştyariyê de danûstandinên xwe zêdetir bikin û dê di hemû projeyan de hevkariyê bikin. 

Piştî îmzekirina peymanê hevşaredar û xelkê li ber Mizgefta Mezin govend gerand û lîstika taybet a herêma Deryaya Reş, horon gerand.