RIHA - Keçeke 18 salî bûye hosteya kebabê

Hewlêr (Rûdaw) – Li xwaringeheke cîger û kebabê yê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 18 salî bûye hosteya kebabê.

Xwaringeh ji aliyê keç û bav ve tê birêvebirin.

Sevgî Avura 18 salî ku bi armanca alîkariya bavê xwe bike dest bi kar kiriye lê ew niha pispora kebap û cigerê ye.

Hosteya kebabê Sevgî Avurê li ser karê xwe got:

“Min xwest ez alîkariya bavê xwe bikim.

Li şûna ku tenê bêm vir xwarinê bixwim, dema ez alîkariya bavê xwe dikim ew yek min kêfxweş dike.

Dema em her du bi hev re dixebitin, karê me baştir e û xwarina me jî bi tamtir dibe û mişteriyên me jî zêdetir dibin.”

Sevgî 2 sal in bi bavê xwe re dixebite.

Ew sibehê zû tên xwaringeha xwe vedikin, amadekariyên xwarinê dikin û dest bi biraştina cîger, kebap û kebaba bacanê reş dikin.

Bavê Sevgiyê ku 21 sal in vî karî dike diyar kir, niha barê xwaringehê yê herî giran li ser milê Sevgiyê ye.

“Karê herî hestyar di destê Hoste Sevgiyê de ye”

Bavê Sevgiyê Necmî Avur jî anî ziman:

“Berê ez bi gelek hosteyan re xebitîm, piştre min keça xwe anî cem xwe û em bi xwe karê xwe dikin.

Karê herî hestyar di destê Hoste Sevgiyê de ye.

Ew bi xwe hûr dike, li şîşan dixe û dibirêje. Karê xwe gelekî baş dike.”

Serkeftina Sevgiyê ya di kar de ji bo malbatê jî bûye hêviyeke mezin.

Keç û bav dibêjin eger karê wan bi vî awayî bi başî berdewam bike, ew dixwazin xwaringeha xwe mezintir bikin.