Şaredariya Bêgiriyê ji bo jinan navendek vekir

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê, navendeke taybet ji bo jinan vekir û dê li wê navendê ji bo jinên navçeyê piştevaniyên pîşesazî û derûnî bên dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku Şaredariya Bêgiriyê li navçeyê "Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sînemxanê" vekiriye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da zanîn ku ew navend taybet ji bo jinan e û got:

“Şaredariya Bêgiriyê, xebatên xwe yên taybet li ser jinê didomîne û Navenda Jiyana Jinê û Piştgiriya Civakî ya Sînemxanê vekir.

Navend ji aliyê Şaredariya Bêgiriyê ve hatiye çêkirin. Li Navendê hemû piştevaniyên pîşesazî û psîkolojîk ji jinan re tên dayîn. 

Li navenda ku kursên cûr bi cûr lê hene,ji bona zarokan jî cihê lîstikan hatiye çêkirin.”

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî beşdarî merasîma vekirina navendê  bû û got ku ew dê dubare şaredariyan bixin xizmeta jinan. 

Piştî merasîma vekirinê, hevşaredaran û kesên li wê derê amade li navendê geriyan û li ber muzîkê govend gerand.