Salar Osman: Referandûm karteke ku heta hetayê di destê Kurdan de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê diyar kir ku êdî dema wê hatiye ku guftûgoyeke aram û zanistî li ser referandûmê û encamên were kirin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Salar Osman ji Rûdawê re ragihand ku gera nehemîn a guftûgoyên li ser referandûmê û helwesta civaka navdewletî ya li ser wê bi rê ve çû.
Salar Osman destnîşan kir ku êdî dem hatiye ku guftûgoyeke aram û zanistî li ser referandûmê were kirin ku ew xala dîrokî çi bû, çi pêşkêş kir û civaka navdewletî çawa nêzîkî referandûmê bû.
Salar Osman herwiha diyar kir divê li ser wê yekê bê axivîn ku çiyê wê rast bû, tevî prensîb û bingeha wê ya ku di dîrokê de hilgirtiye ser milên xwe nakokiyên wê çi bûn.
“Xewna me ya serxwebûnê heye”
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Salar Osman anî ziman:
“Referandûm biryareke pir rast û bûyereke dîrokî ya pir mezin bû. Zîvirîneke gelekî rasteqîne bû di bîr û ramana Kurdan de.
Roja 25ê Îlona 2017an Kurdan ji hemû cîhanê re got, em li vir in, em neteweyek in û mafê me heye û em dixwazin di nav aştî û demokrasiyê de bijîn lê xewna me ya serxwebûnê heye.”
“Hemû deng bi hev re bibin dengekî berhemdar”
Salar Osman bal kişand ser pêkvejiyan û bi hev re wergirtina biryaran a li Herêma Kurdistanê û got:
“Di beşa îro de partî, alî û dînên cuda beşdar bûn, wate em dixwazin guftûgoyeke saxlem û pak li ser referandumê bikin da ku em bikarin hemû fikran bibihîsin.
Em tenê guh nedin dengê xwe û hemû deng bi hev re bibin dengekî berhemdar.”
Roja 25ê Îlona 2017an tevî zextên navxweyî û navdewletî, navendên dengdanê hatin vekirin û xelk çû ser sindoqan û nêzîkî ji sedî 93yê xelkê Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dengê “Belê” ji bo serxwebûnê da.
Hikûmeta Îraqê li şûna ku rêzê li daxwazên xelkê Herêma Kurdistanê bigire, êrişî Kerkûk û hinek navçeyên Kurdistanî kir.
Wê demê li dijî referandûmê Îraqê demekê derî û balafirgehên Kurdistanê girtin.