Komeleya Ehmedê Xanî: Referandûm pratîzekirina fikrên Xanî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê di peyamekê de bi boneya salvegera referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û ragihand, “Referandûm pratîzekirina fikrên Xanî ye.”

Komeleya Ehmedê Xanî bi boneya sêyemîn salvegera referanduma serxwebûnê peyamek belav kir û ragihand ku, encama referandûmê hêviyeke mezin e ji bo gelê Kurd.

Di daxuyaniya Komeleyê Ehmedê Xanî de tê gotin, “Em di sêyemîn salvegera ‘Referandûma Serxwebûnê’ de bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd pîroz dikin. Encamdana referandûmê xewnên bi milyonan Kurdan geş kirin. Bi saya referandûmê hêviyên serxwebûnê yên gelê Kurd ku qalik girtibûn dîsa zindî bûn. Rêferandûm dê ji gelê Kurd re hêviyeke mezin be ku encamên wê bo gelê Kurd hebin.”

Komeleyê Ehmedê Xanî radigihîne, “Referandûm di pratîzekirina fikrên Ehmedê Xanî ên di riya dewletbûnê de pêngaveke girîng bû. Gelê Kurd bi referandûmê çarenivîsa xwe diyar kir û di riya dewletbûnê de qonaxeke zehmet derbas kir. Proseya referandûmê ji yekitî û tifaqa gelê Kurd re xizmeteke mezin kir.”

Komeleya Ehmedê Xanî amaje bi wê yekê kir ku encamdana referandumê biryara guherandina qedera reş a Kurdan bû û radigihîne: “Yekemcar e ku li Rojhilata Navîn neteweyekî xwest ku çarenivîsa xwe bi awayekî demokratîk û aştiyane diyar bike. Lê mixabin dagirkeran rêz li biryara gelê Kurd ya diyarkirina çarenûsa wan negirtin."