QAMIŞLO - Semînerek derbarê zimanê Kurdî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo semînerek derbarê zimanê Kurdî hat lidarxistin.

Semîner ji aliyê nivîskar Ebdulhekîm Mihemed ve hat pêşkêşkirin.

Semîner li jêr sernavê Ziman û Rola Rewşenbîran di Pêşxistina Zimanê Kurdî de” bû.

Ebdulhekîm Mihemed ji Rûdawê re behsa naveroka semînerê kir:

"Semînera me bi navê ‘Ziman û Rola Rewşenbîran di Pêşxistina Zimanê Kurdî de’ bû.

Min bi xwe ev semîner pêşkêş kir. Mijar jî li ser kevnarî û reseniya zimanê Kurdî bû.

Zimanê Kurdî ji kengî ve hebû û dîroka zimanê Kurdî çawa bû û nivîsên ku bi zimanên cuda li ser zimanê Kurdî nivîsîne.

Herwıha min behsa rola rewşenbîr û nivîskaran di pêşxistina zimanê Kurdî de kir."

Di semînerê de nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar beşdar bûn.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê semîner amade kiribû.

Yekîtiya Nivîskara mehê du caran semînerekê amade dike.