Li Sêwazê qeza: 29 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gemerekê ya parêzgeha Sêwaza Bakurê Kurdistanê mînînûsa diçû dawetê wergeriya û di qezayê de 29 kes birîndar bûn.

Mînîbusa Y.N. diajot ku ji bo dawetê ji Enqere ya paytexta Tirkiyeyê diçû navçeya Dolikê ya Sêwazê, li navçeya Gemerekê ji rê derket û qulibî.

Di wê qezayê de 29 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendusristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.