HPGyê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên jin ên ku nîsanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku van her du gerîlayan li Başurê Kurdistanê li herêma Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Tîjda Jiyan: Navê wê yê fermî Nurbahar Karadagli ye û ew ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Feraşîn Gabar: Navê wî yê fermî Bahar Akyol e û ew ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Tîjda Jiyan û Feraşîn Gabar sala 2015an tevî refên gerîlayan bûne.