Li Dîlokê qeza: Miriyek, 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw)- Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirekê û otomobîlekê li hev da.
Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li Taxa Îbrahîmliyê ya navenda Dîlokê barhilgira ku şofêrê wê Hasan Çevîk bû û otomobîla ku şofêrê wê Mustafa Yoldaş bû li hev qelibîn.
Barhilgira ku ji rê derket û wergeriya.
Şofêrê barhilgirê canê xwe ji dest da
Di encama bûyerê de şofêrê barhilgirê Hasan Çevîk canê xwe ji dest da.
3 kesên di otomobîlê de jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.