Baroya Wanê li dijî Didem Arslan dozê vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê, li dijî pêşkêşvana kanaleke Tirkî Didem Arslan Yilmaz ku dengê mêvana bernameya xwe dixwest bi kurdî biaxivî qut kiribû, dozê ve dike.

Pêşkêşvana kanala Show TV ya Tirkiyê Didem Arslan Yilmaz duh ji ber ku mêvana bernameya wê bi zimanê Kurdî axivî, rê li ber girt û jê re û gotibû: “Bi Tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyê ye.” Ev helwesta Didem Arslan ji aliyê gelek kesayetan ve û bikarhêrên medyaya civakî bû cihê nerazîbûne.

Baroya Wanê derbarê pêşkêşvan Didem Arslan Yilmaz de, daxwaznameyek pêşkeşî Serdozgeriya Komarê ya Wanê kir û tê de dibêje Yilmaz "sûcên nefretê" û "heqareta giştî" kiriye.

Di daxwaznameyê de Baroya Wanê wiha tê gotin: “Pêşkeşvanê îma kiriye ku weke di Komara Tirkiyeyê de ji bilî axavtina bi tirkî ya zimanên din qedexe ye û axaftina kesên ji netewên cuda ya bi zimanekî din tawan e û bedelekî vê heye. Di lêpirsîna ji aliyê dozgeriya we ve were destpêkirin de dê were dîtin ku gumanbar bi rêya çapemeniyê neteweyekê, zimanekê çawa biçûk dixe û kêmî xwe dibîne. Piştî dijminatiya gumanbar a li dijî kurdî bi hezaran kesan li ser medyaya civakî  nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji ber dijminatiya li dijî kurdî û gelê kurd em dixwazin di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya we de gumanbar were cezakirin.”

Çi bibû?

Li ser mijareke civakî Turkan Taşçi bû mêvana bernameya Didem Arslan Yilmaz, lê ji ber ku bi zimanê Kurdî xwest biaxive, telefona wê hat qutkirin.

Didem Arslan Yilmaz di weşanê de got: “Na, na Turkan xanim, divê em jî fêm bikin. Telefona Turkan xanim qut bikin. Nikare heqaret li keçikan bike. Ez jî hinek Kurdî dizanim, qet nabe. Bila meta wan beşdar bibe û xweşik bi Tirkî biaxive em dê fêm bikin. Ev der Komara Tirkiyê ye. Em wî zimanî nizanin, eger me zanibûna me dê bi axiviya jî û têbigihiştîna.”

Piştî van gotinên Arslan, li medyaya civakî gelekî nerazîbûn hat nîşandan û ew wek helwesteke “nîjadperestî” hate binavkirin.