Zulfî Yoldaş bi tembûr û gotina xwe behsa Amedê dike

Hewlêr (Rûdaw) -  Zulfî Yoldaş ê 68 salî yê li navçeya Sûra Amadê erbane û daholan çêdike 51 sal in li tembûrê dixe û li ser eşqa Amedê disitire.

 

Zulfî Yoldaş di 1997an de ji Saziya Şîr û Goşt teqawid bû di dikana xwe ya di pasajekê de erbane û daholan çêdike û ji 17 saliya xwe vir ve jî li tembûrê dixe.


Zulfî Yoldaş ê heta êvarê li dikanê erbane û daholan çêdike, ji mêvanên xwe re jî li tembûrê dixe.


Yoldaş diyar kir piştî teqawid dibe hemû bala xwe dide ser muzîkê û li Sûrê di dikanekê de dev ji muzîk û helbestê bernade.


Zulfî Yoldaş ê 6 zarokên wî hene di nav derdora xwe de jî wek "Aşiq Zulfî" tê naskirin û heta niha 17 kitêbên helbestê û 3 kasêt derxistiye.