ROJHILAT - 4 jîngeparêzên Kurd di dema vemirandina agir de canê xwe jidest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê di dema vemirandina şewata daristanan çalakvanê navdar ê Kurd Şerîf Bacwer û 3 kesên din canê xwe jidest da.

 

Komeleya Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku îro Şemî, çalakvanên jîngeparêz xwestine şewata li daristanên gundên pîle û silsî vemirînin lê di vê naverê de 4 çalakvanên Kurd canê xwe jidest dane.  

 

Li gorî daxuyaniyê şewata daristanan ji ber topbarana Supaya Pasdaran a Îranê derketiye û di dema vemirandinê de çalakvanê Kurd Şerîf Bacwer, bi tevê birayê xwe û du kesên din jiyana xwe ji dest dane.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Şerîf Bacwer yek ji çalakvan û jîngeparêzê naskirî yê bajarê Merîwanê ye.

 

Herwiha hate destnîşankirin, ku heta niha derbarê ziyanên canî de ti agahiyeke berfireh nehatiye bidestxistin.

 

Komeleya Mafê Mirovan ragihand, ku ew ji ber vê karesatê hikûmeta Îranê berpirs dibînin.