Balekayetî - Komeleyê daxwaza bilez aramirina rewşê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derbarê aloziyên îro yên li devera Balekayetî de daxuyaniyek da û têde daxwaza aramkirina rewşê ji aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Balekyatî kir.
Êvariya îro Înê 25ê Tebaxa 2017ê li devera Balekayetî ya parêzgeha Hewlêrê, di navbera 4 welatiyan, ku biryarê hev in, û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de alozî derket, ku di encamê de pêşmergeyên Komeleyê teqe li wan welatiyan dikin.
Ji ber teqeya pêşmergeyên Komeleyê, 2 ji wan birayan canê xwe ji dest didin û yek ji wan birîndar dibe û yek jî selamet e.
Piştî bûyerê, hejmarek ji xelkê deverê çek rakirin û êrişî baregehên 4 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li devera Balekayetî kirin û tevahiya baregehên wan şewitandin.
Derbarê aloziyên li Balekayetiyê de, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, ku pêşmergeyên wê teqe li xelkê kirine û 2 kes kuştine, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin em agahdar bûn, ku êvariya îro li nêzîkî gundê Gundjor a ser bi ser bi bajarokê Çomanê pevçûneke nexwestî di navbera çend kes ji xelkê wî gundî ku çekdar bûn û pêşmergeyên Komeleyê de çê bû.
Ew bûyer di demekê de çê bû ku ew çend welatî bi çek ve çûne ser cihê wan pêşmergeyan û di encama wê nexweşiyê de teqe di navbera wan de derketiye û mixabin 2 kes ji xelkê Gundejorê canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Komeleyê daxwaza aramkirina rewşê ji aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê devera Balekayetî dike û dibêje:
“Em hêj ji hûrgiliyên wê bûyera nexweş û nexwastî agahdar nînin, lê belê berî her tiştî em pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wan qurbaniyan dikin û em xwe bi şirîkê xema wan dizanîn û hêviya başbûnê ji kesê birîndar re dixwazîn. Herwiha em daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar û xelkê xoştevî ê Gundejorê û Çomanê û hemû gundên derdorê dikin, ku hemû hewla xwe bidin bo aramkirina wê aloziyê û bo çêkirina zemîneya dostatî û biratiya navbera xwe em têbikoşin. Bila yasa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera me de dadwer bin û wê aloziya nexwestî çareser bikin û neyarên Kurd û Herêma Kurdistanê jî niarin aloziyê û tevliheviyê derxin û bi xirabî mifayê jê werbigirin.”
Bûyera êvariya îro li Balekayetiyê bû sedema bertekên tund û berfireh û bi sehan kes ji xelkê deverê çek rakirin û êrişî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Quntara Çiyayê Helgurdê kirin û gefa tolhildanê xwarin.
Welatiyên ku çek rakiribûn, baregehên hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li devera Balekayetî, yanî baregehên PDKÎ anku HDKA, HDK, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Kurdistanê şewitandin.