Kurdên Şebek daxwazek ji Pêşmerge kir

Berdereş (Rûdaw) - Li navçeya Berdereşa Dihokê Kurdên Şebek xwepêşandanek encam lidar xistin û daxwaz kirin ku gundên wan ên li deşta Neynewa ji destê DAIŞê bêne rizgarkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ji Berdereş ragihand ku çend daxwaziyên xwepêşanderan hene û ya herî sereke jî kontrolkirina 50 gundên Kurdên Şebek e ku heya niha di destê DAIŞê de ne.

 

Peyamnerê me diyar kir ku Kurdên Şebek dixwazin bizanin ka dê çarenivîsa parêzgeha Mûsilê ya piştî DAIŞê çi be û dê Deşta Neynewayê bibe parêzgehek û her wiha girêdayî Herêma Kurdistanê be yan ne.

 

Nûnerê Kurdên Şebek li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek ji Rûdawê re got ew dixwazin operasyon kontrolkirina herêmên Kurdên Şebek dereng nekeve û hêzên Pêşmerge navçeyên wan kontrol bikin.