Li Wanê ji ber barana gur lehî rabû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê baraneke zêde bariya û li taxekê wê navçeyê bû sedema rabûna lehiyê.

Ji ber lehiyê av ket gelek malan û zeviyên gundiyan dibin de avê de man.

Piştî barana gur a ku li Qelqeliyê bi bandor bû, li taxa Bogazkesenê lehî rabû.

Li taxê avê da ser hinek hewşan û erdên çandiniyê jî zirar dît.

Derbarê lehî û encamên wê de Muxtarê taxa Bogazkesenê Dinçer Erbay got, "Piştî baranê hewşên 3 xaniyan di bin avê de man. Hinek zeviyên genim zirar dît. Lê zirar negihiştiye canan."

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê jî pêşbînî dike demjimêrên êvarî li parêzgehên Wan û Agiriyê baraneke gur bibare.

Herweha, Rêveberiya Keşnasiyê ji ber egera rabûna lehiyê ji welatiyan xwestiye ku tedbîrên pêwîst wergirin.